Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşber Deverên Piranî Şîe li Îraqê Dikin Armanc


Teqîna bajarê Kerbela.
Teqîna bajarê Kerbela.
Bi sedema teqîna pênc otomobîlan li deverên piranî Şîe li naverast û başûra Îraqê, bi kêmî ve 26 kesên sivîl hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Du otomobîl roja Duşemê li bajarê Amare teqîn û 13 kes haitn kuştin û 42 kesên din birîndar bûn, li gorî polîsan.

Otomobîleke din li pêş xwaringeheke bajarê Dîwanîyeh teqî. Di wê teqînê de heşt kesên sivîl hatin kuştin û 25 kesên din birîndar bûn.

Herwiha bi sedema teqîna otomobîlê li bajarê Kerbela, bi kêmî ve du kesên sivîl hatin kuştin û 12 kesên din birîndar bûn.

Li bajarê Mehmûdîye jî, sê kes di teqîna otombîlekê de hatin kuştin û 16 kesên din birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG