Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûçeyfî Daxwaza Hilweşandina Hikûmet û Parlamentoya Îraqê Dike


Serokê parlamentoya Îraqê Osame El Nûçeyfî daxwaza hilweşandian hikûmet û parlamentoya Îraqê dike jibo çareserkirina qeyrana sîyasî li Îraqê.

Nûceyfî, ku rêberekî Sunnî ye, herwiha daxwaza encamdana hilbijartinên pêşwext dike.
Serokê parlamentoya Îraqê roja Duşemê got ku ev daxwazên wî jibo dûrxistina Îraqê ye li malwêranî û şerî.

Ev daxwaza Nûceyfî di demekê de ye ku Îraq bi pêleke nû ya tundûtûjîyan derbas dibe.

Bi sedema alozîyên navbera xwepêşanderên Sunnî û hêzên hikûmeta Îraqê bi rêberatîya Şîeyan, herî kêm 200 kes li şeş rojan hatîne kuştin.

Şer li heftîya bihurî destpê kir piştî hêzên hikûmeta Îraqê li bajarê Hewîce êrîşa xwepêşanderên Sunnî kirin.
XS
SM
MD
LG