Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ben Eliezer: Esed Çekên Kîmyawî Dide Hizbullah


Benyamin Ben-Eliezer
Benyamin Ben-Eliezer
Wezîrê berê yê parastina Îsraîlî roja Duşemê îdîa kir ku rejîma Sûrîyê çekên kîmyawî yên xwe dide komela çekdarî ya Hizbullah ya Libnanî.

Benyamin Ben-Eliezer, ku niha endamê parlamentoya Îsraîlê ye, ti belgeh eşkere nekir jibo îdîaya xwe.

Generalê karnişîn herwiha got ku ew yê piştrast e ku serokê Sûrîyê Beşar El Esed çekên kîmyawî bikaranîye.

Di hevpeyvînekê de ligel ajansa Assciated Press, Ben-Eliezer herwiha daxwaza mudaxeleya navneteweyî kir di şerê navxweyî yê Sûrîyê de.
XS
SM
MD
LG