Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok: Pêş ku Biryarekê Bidim, Dixwazim Rastiyê Bizanim


Serok Barack Obama.
Serok Barack Obama.
Serok Barack Obama dibêje ku ew dixwaze zaniyariyên zêdetir bidest bixe derbarê bikaranîna çekên kîmyawî li Sûrîyê, pêş ku biryarê li ser bersiva Amerîkayê bide.

Di gotarekê de roja Sêşemê, Serok Obama got ku Amerîka dizane çekên kîmyawî li Sûrîyê hatîne bikaranîn, lê belê nizane ka çi alîyekî ew çek bikaranîne yan çewa hatîne bikaranîn.

Serok dibêje Washington dixwaze bi diristî bizane ka çewa çekên kîmyayî hatîne bikaranîn û paşê biryarê bide.

Li heftîya bihurî karbidestên hikûmeta Amerîkî endamên Kongresê agahdar kirin ku Washington di wê bawerê de ye ku hikûmeta Beşar El Esed bi awayekê kêm gaza Sarîn li şerê navxwe yê Sûrîyê bikaranîye, ku çekekî kîmyawî ye.
XS
SM
MD
LG