Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cejna Karkeran Li Stenbolê bi Bûyeran Hate Pêşwazî Kirin


1’ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran li Stenbolê bi rûdanên nexweş hate pêşwazî kirin.
Di encama mûdaxeleya polîsan de, rojnamevan û parlamantar jî di nav de gelek kes bi bombeyên gaza îsotê û ava şidîyayî birîndar bûn.
Walîtîya Stenbolê ji do Sêşemê ve jiber daxwazên pîrozkirina 1’ê Gulanê li meydana Taksîmê rewşa awarte ragihandibû ku çûn û hatina hemû rêyên derdikevin vê meydanê ji îro sibehê ve hatin betal kirin.
Ligel hemû tedbîrên ewlekarîyê û daxuyanîyên karbidestan jî sendîka, partî û komeleyên cuda xwestin ji ser navçeyên Beşîktaş û Şîşlîyê ve bimeşin meydana Taksîmê.
Komên ku xwestin bimeşin li çend deverên cuda rastî astengkirina polîsan hatin û bi bombeyên gaza îsotê û ava şidîyayî hatin belav kirin.
Sendîka û komeleyên sereke yên kedkar û karkerên Tirkîyê heta do êvarê jî daxwaz dikirin ku wekî 2 salên berê dîsa li qada Taksîmê cejna karkeran pîroz bikin.
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG