Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Naverasta Îraqê Jimareka Kesan Tên Kuştin


Li teqînên li naverasta Îraqê bi kêmî ve 11 kes hatin Kuştin, ku çekdarên Sunnî yên dijî El Qaide nêzîkî bajarê Feluce bingehê berê yên serhildayan dinav wan de bûn.
Çekdarên ser bi hikûmetê roja Çarşembî li dervey bingehekê leşkerî i rojava Bexdayê rêz bibûn da parên xwe wergirin demê êrîşberekê xwekuj xwe li nezîkî wan teqand. Bi kêmî ve 3 ji çekdaran û kesekê din yê sivîl hatin kuştin. Polîsan got di wê teqînê de 15 kesên din jî birîndar bûn.
Çekdarên Sahwa, Erebên Sunnî ne ku digel leşkerê Amerîkî şerê El Qaide dikir li germa serhildanê li Îraqê. Ewey hîngî, ew bûne armanca serhildayên Sunnî, yên ku wan bi xayin dizanin.
Li êrîşeka di li Bexda bi otombîleka bombekirî li devera Husseînîya çar kesên sivîl hatin kuştin û 10 kesên din birîndar bûn.
Li Remadî bakura Bexda, bi otombîleka bombekirî bi kêmî ve du polîs hatin kuştin û 10 dî birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG