Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rikaberîya Sûrî Komkujîya ji Alîyê Hêzên Esed ve Şermezar Dike


Rikaberîya Sûrî kuştina bi komela xelkê ji alîyê hêzên hikûmetê û milîtanên tagirên rijêma Esed ve şermezar dike. Ew dibêjin wan hêza bi dehan kes li bajarekî Bakura Rojava welatî kuştine.

Hevbendîya Niştimanîya Sûrî îdîaa dike kû hêzên hikûmeta Esed rastewxwe dest hebû di îdamkirin û bin axkirina 150 kesan, jin û zarok dinav wan de bûn li gundê Bayda, duhî Pênçşem.

Li hema dem Komeleya Mafê Mirovên Sûrî ya bingeh li Londonê dibêjit, wê şîyaye nasnama 50 kûştiya di wê serhatîyê de tomar bike. Lê got, jimara qurbanîya gelek mezin tire li demekî jimareka kesan windane.

Gundê Bayda yê piranîya Sûnîyan li başûra herêma Banias yê ye. Gelek ji kêmanîya Elewîyan li wê herêmê akincî ne.
XS
SM
MD
LG