Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Koreya Başûr Serdana Amerîkayê Dike


Seroka Koreya Başûr
Seroka Koreya Başûr Park Geun-hye serdana Amerîkayê dike.

Birêz Park li Seraya Sipî bi Serok Barack Obama re kom dibe jibo encamdana gotûbêjan li ser hejmareke pirsên herêmî, di nav de gefeya Koreya Bakur.

Rêbera Koreya Başûr roja Çarşemê jî gotarekê pêşkeşî herdu civatên Kongresa Amerîkî dike.

Birêz Park serdana xwe bo Amerîkayê li bajarê New York destpê dike û bi Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon re dicive, ku ew jî li Koreya Başûr li dayik bûye.

Serdana seroka Koreya Başûr bo Amerîkayê pênc rojan berdewam dibe.
XS
SM
MD
LG