Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêvekolên NY: Dibe ku Serhildayên Sûrî Berpirs Bin ji Bikaranîna Çekên Kîmyawî


Carla Del Ponte
Endameke desteya Neteweyên Yekbûyî, ku lêkolînê li ser binpêkirina mafên mirovan li Sûrîyê dike, dibêje gumaneke mezin heye ku çekên kîmyawî ji layê serhildayên Sûrî ve hatîne bikaranîn.

Carla Del Ponte gote televizyoneke Swîsrî ku li gorî gotinên qurbanî û doktoran, gaza sarîn ji layê çekdarên opozisyonê ve hatîye bikaranîn.

Lê belê Del Ponte dibêje ku çi belgehên bihêz di destê lêvekolan de nîye û lêkolîn berdewam in.

Del Ponte endama komisyoneke navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ye ku lêkolînê li ser kirîza Sûrîyê dike.
XS
SM
MD
LG