Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînekê de li Mîtînga Partîya Îslamî 20 Kes Hatin Kuştin


Bi sedema teqîna bombekê li mîtînga hilbijartinê ya partîya sereke ya Îslamî li bakura rojavaya Pakistanê, bi kêmî ve 20 kes hatin kuştin.

Ew teqîn roja Duşemê li mîtînga Cemîyet Ulamayê Îslam li bajarê Kurram qewimî.

Karbidestekî partîya Cemîyet Ulamayê Îslam hejmara qurbanîyan piştrast kir.

Komela çekdarî ya Talîbana Pakistanê berpirsîyarîya xwe hemberî wê teqînê ragihan.
XS
SM
MD
LG