Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl û Tirkîye li Hev Kirin


Mavi Marmara.
Hikûmetên Îsraîlê û Tirkîyê li hev kirin li ser bernivîsa tawîza malbatên qurbanîyên êrîşa Îsraîlê ya li dijî gemîyeke alîkarîyan ya Tirkîyê ku ber bi Xezê diçû.

Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu zanîyarîyên zêde li ser rêkeftina roja Duşemê eşkere nekir.

Têkelîyên navbera Enqere û Tel Avîvê gelek aloz bûn piştî êrîşa komandoyên Îsraîlî li ser gemîya Mavî Marmara li sala 2010ê. Di wê êrîşê de neh Tirk hatin kuştin.

Lê belê li gor daxwaza Amerîkayê, Îsraîlê bi fermî daxwaza lêborînê li Tirkîyê kir.
XS
SM
MD
LG