Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye, Pirsa Sereke ya Serdana Wezîrê Derve ye Bo Rûsyayê


Wezîrê Derve John Kerry li balafirgeha Vnukovo li Moskow, Sêşem 7'ê Gulanê, 2013.
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry gihişte Rûsyayê jibo encamdana gotûbêjan li ser kirîza Sûrîyê û pirsên din.

Birêz Kerry roja Sêşemê li Moskow bi serokê Rûsî Vladimir Putin re kom dibe.

Wezîrê Derve herwiha ligel Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov kom dibe. Pirsên sereke yên civîna herdu karbidestan ji Sûrîye, Îran, Koreya Bakur, Afganistan û bazirganîya navbera Amerîka û Rûsyayê pêk tên.

Ev yekemîn serdana birêz Kerry ye bo Rûsyayê piştî posta wezîrê derve yê Amerîkayê wergirt.

Li meha Hezîranê jî, Serok Barack Obama û Serokê Rusî Putin kom dibin li perawîza civîna sereke ya G-8.
XS
SM
MD
LG