Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê 8 Kes Hatin Kuştin û 40 Birîndar Bûn


Kerkuk, Îraq
Kerkuk, Îraq
Karbidestên Îraqê dibêjin ku îro Çarşembî li seranserî Îraqê, bi kêmî ve 8 kes hatin kuştin û nêzîkî 40 kesên din birîndar bûn.
Êrîşa yekê li bajarê Feluce li rojava qewmî demê çekdaran ku otombîlek bilez dihajot teqe li bingehekê polîsan kir û 3 polîs kuştin.
Li bajarê Kerkuk yê dewletmend bi neftê jî otombîlek bombekirî hat peqandin nêzîkî ofîsa partîyeka Kurdî ku 20 kes birîndar kirin.
Li paytextê Îraqê, bombeka ku bi otobosekê ve hatibû vekirin, 3 kes kuştin û 8 kesên din birîndar kirin. Li bajarê Mosil, bakura rojava Bexda ya paytext, êrîşkarekê xukuj, bombek bi xwe ve teqand û kesek kuşt û 4 kesên din birîndar kirin.
Karbidestên nexweşxanê jimara kuştî û birîndaran piştrast kirin.
XS
SM
MD
LG