Komela Mafê Mirovan İHD û 10 rêxistinên sîvîl komîsyonên çavdêr ava kirin ku di dema vekişîna çekdarên PKK'ê de operasyon çênebin û kêşe jî dernekevin.
Serokê Giştî yê Komela Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan ji Dengê Amerîka re ragihand ji serok û nûnerên komeleya wan, li herêmê komîsyonek hate ava kirin.
Serokê Komela Mafê Mirovan yê Şaxa Dîyarbekirê Racî Bîlîcî jî da zanîn komîsyona wan ya navendê ji 25 kesan pêk tê.
Herwiha ji bilî komîsyona wan ya navendê, jibo Dîyarbekir û der dora wê jî bi beşdarîya 10 rêxistinên sîvîl Komîsyona Çavdêr a Amedê hatîye ava kirin.
Birêz Bîlîcî destnîşan kir pergala cerdewanîyê, hêzên leşkerên taybet û mayinên ku ji alîyê dewletê hatine veşartin, xetereyên mezin in li pêşîya prosesa vekişînê.