Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Esed Beşek Nabe ji Hikûmeteke Veguhastina Desthilatê ya Sûrî


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje serok Beşar Esed di hikûmetekeka veguhastina desthilatê ya Sûrî de cih nagire.
Wezîrê Derve Kerry roja Pêncşembî, îro li Rome ku digel Wezîrê Derve yê Urndinê Nasser Jude kombûy got, ermanc rêkefineka sîyasî ye ku navbera hikûmeta Sûrî û rikeberên Esed hatibû kirin.
Rêzdar Kerry dibêje eve “rohin û eşkere me’na“ wê ewe ku serokê Sûrîyê beşek nabe ji hikûmeta veguhastina desthilatê.
Hevalbendîya opozîsyona Sûrî li mêje dibêje ku şerta çareserîya sîyasî û danûstandinan ev e ku Serok Beşar Esed û karbidestên ewlekarîyê desthilatê berden.
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov roja Sêşemê banga konferanseke navnetewî kiribûn ku danûstandinên navbera hikûmeta Esed û serhildayan destpê bikin.
XS
SM
MD
LG