Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Teqînên Tirkîyê, Neh Kes Hatin Girtin


Neh kes roja Yekşemê bi gumana desthebûn di teqînên bajarê Reyhanlî de li Tirkîyê hatin girtin.

Wezîrê karê hundir yê Tirkîyê Muammer Guler got kesên hatîne girtin welatîyên Tirkîyê ne û ser bi Sûrîyê ne, di nav de plandanerê wan teqînan.

Guler got, ew teqîn ji layê komeleke ser bi rejîma Sûrîyê ve hatîne encamdan, ku têkelîyên nêzîk bi Muxaberata Sûrî re hene.

Lê belê wezîre ragihandinê yê rejîma Sûrîyê Omran El Zûbî bi tundî desthebûna Sûrîyê di wan êrîşan de red kir.


Di teqînên navçeya Hatayê de, nêzîkî sînorê Sûrîyê, bi kêmî ve 46 kes roja Şembî hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG