Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Çar Aştîparêzên NY Azad Dikin


Serhildayên Sûrî roja Yekşemê çar aştîparêzên Neteweyên Yekbûyî azad kirin.

Her çar aştîparêz xelkê Filipînê bûn û li heftîya bihurî li devera Golanê ji layê serhildayan ve hatibûn revandn.

Ev cara duwemîn e ku aştîparêzên N.Y. li Golanê bêne revandin.

Li meha Adarê jî 21 aştîparêzên Filipînî ji layê serhildayan ve hatibûn revandin.

Wezîrê derve yê Filipînê dibêje ku ew pêşnîyar dike ku leşkerên Filipînî li hêza aştîparêza N.Y. li Golanê bêne vekêşan, lê belê biryara dawî ya taybet bi vê mijarê di destê serokê welatî de ye.
XS
SM
MD
LG