Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Brîtanya Soza Avakirina Sûrîyeke Demokratîk Didin


Serok Barack Obama dibêje ku Amerîka û Brîtanya dê berdewam bin li pêşkeşkirina alîkarîyan jibo opozisyona Sûrîyê.

Serok herwiha got ku armanca herdu welatan avakirina Sûrîyeke nû ye bêy Beşar El Esed.

Di konferanseka rojnamevanî de ligel Serokwezîrê Brîtanî, Serok Obama got ku Washington û London piştgîrîya damezrandina hikûmeteke întîqalî dikin jibo birêvebirina Sûrîyê.

Serok roja Duşemê li Seraya Sipî pêşwazî li Serokwezîr David Cameron kir û kirîza Sûrîyê pirsa serekî ya civîna wan bû.

Serokwezîr Cameron roja Înî jibo encamnada gotûbêjan li ser kirîza Sûrîye bi Serokê Rûsî Viladimir Putin re kom bû.

Serdana David Cameron bo Amerîkayê sê rojan berdewam dibe.

XS
SM
MD
LG