Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl û Rûsya li Ser Sûrîyê Dicivin


Putin û Netanyahu.
Putin û Netanyahu.

Serokê Rûsî Viladimir Putin roja Sêşemê mêvandarîya Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu dike.

Qeyrana Sûrîyê, pirsa sereke ya civîna navbera rêberên Rûsya û Îsraîlê ye.

Ev civîn di demekê de ye ku rêberên welatên mezin yên cîhanê kombûnên taybet bi Sûrîyê li dar dixin.

Roja Duşemê Serok Barack Obama got ku Amerîka û Brîtanya dê berdewam bin li pêşkeşkirina alîkarîyan jibo opozisyona Sûrîyê.

Di konferanseka rojnamevanî de ligel Serokwezîrê Brîtanî, Serok Obama got ku Washington û London piştgîrîya damezrandina hikûmeteke întîqalî dikin jibo birêvebirina Sûrîyê.

Herwiha li gorî ajansa Itar Tass ya Rûsî, Wezîre Derve yê Amerîkî John Kerry roja Çarşemê li Swêdê bi Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov re kom dibe jibo encamdana gotûbêjên taybet bi Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG