Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry dibêje dibe ku hikûmeta Sûrî û komela sereke ya opozisyonê di konferanseke aştîyê li meha Hezîranê de beşar bin bi armanca bi dawî anîna şere Sûrîyê.
Di gotarekê de li Stockholm roja Sêşemê, birêz Kerry got ku hikûmeta Beşar El Esed lîsta navên karbidestên rejîma Sûrîyê yên ku di wê konferansê de beşdar dibin dane Rûsyayê.
Rûsya hevalbenda sereke ya Serokê Sûrî Esed e.
Birêz Kerry got ku endamên Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê ya opozisyon di wê konferansê de beşdar dibin.