Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Serdana Amerîkayê Dike


Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan serdana Amerîkayê dike û roja Pêncşemê li Washington bi Serok Barack Obama re kom dibe.

Tê çaverêkirin ku kirîza Sûrîyê yek ji pirsên sereke ya civîna rêberên Amerkîka û Tirkîyê be.

Piştî teqînên roja Şembî li bajarê Reyhanli, nêzîkî sînorê Sûrîyê, dibe ku Erdogan daxwazê li Washington bike ku helwêsta xwe hemberî rejîma Beşar El Esed tundtir bikin.

Erdogan roja Duşemê dîyar kir ku ew jê piştrast in ku ev êrîş karê rejima Sûrîyê ye.

Di demekê de ku rêbaza Enqere û Washington hemberî kirîza Sûrîyê wekhev e, Tirkîye û Amerîka li ser hejmareke pirsan li hev nakin wek proseya aştî ya navbera Îsraîl û Felestînîyan û kirîza sîyasî li Îraqê.

Jibo bêtir zanînan derbarê vê serdanê, kerem bikin li raporta nûçegihanê Dengê Amerîka li Stenbolê, Dorian Jones bi dengê Sîrwan Qiçço guhdarî bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG