Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encûmena Giştî ya NY Rejîma Esed Şermezar Dike


Encûmena Giştî ya Netweweyên Yekbûyî li New York.
Encûmena Giştî ya Netweweyên Yekbûyî li New York.

Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî tundkirina şerî ji layê rejîma Beşar El Esed ve şermezar kir.

Encûmenê roja Çarşemê deng li ser bernivîsa biryarekê da ku ji layê Qeterê ve hatibû amadekirin.

107 welatan deng ji bo wê biryarê de, 12 welatan deng li dijî biryarê da û 59 welatan deng neda.

Li gorî wê biryarê, Encûmana Giştî piştgîrîya Hevalbendîya Niştîmanîya Sûrîyê ya opozisyon dike ku rola serekî di qonaxa întîqalî ya Sûrîyê de bibîne.

Encûmena Giştî herwiha daxwaz li rejîma Esed kir ku rêkê bide lêvekolên N.Y. ku biçine Sûrîyê û lêkolînê li ser îdîaya bikaranîna çekên kîmyawî bikin.

XS
SM
MD
LG