Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve Dîsa Serdana Rojhilata Navîn Dike


John Kerry
John Kerry

Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry dest bi serdaneke nû ya Rojhilata Navîn dike.

Aştîya navbera Îsraîl û Felestînîyan û Kirîza Sûrîyê du tewerên sereke yên serdana nû ya birêz Kerry ne bo wê herêmê.

Wezareta Derve ragihand ku birêz Kerry serdana xwe roja Sêşemê (21'ê Gulanê) li Omanê destpê dike û herwiha diçe Urdun, Îsraîl û deverên Felestînî jî.

Kombûna 'Hevalên Sûrîyê' roja 22'ê Gulanê li Urdunê birêve dice.

Birêz Kerry herwiha li rojên 24 û 25'ê Gulanê di civîna sereke ya Yekîtîya Afrîkî de li Adîs Ababa beşdar dibe.

XS
SM
MD
LG