Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esed: Dest ji Desthilatê Bernadim


Serokê Sûrî Beşar El Esed dibêje ku ew pêş hilbijartina sala 2014'ê dest ji desthilatê bernade.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Clarin ya Arjentînî, Esed derbarê paşeroja siyasî ya xwe peyivî, piştî Amerîka û Rûsya vê mehê lihevkirin ku nûnerên rejîm û opozisyona Sûrî di konferanseke aştîyê de beşar bin.

Li heftîya bihurî, Amerîka û Rûsyayê ragihand ku ew çaverê dikin ku di demeke nêzîk de dest bi danûstandinên aştîyê bikin bi mebesta ku herikîna xwînê li Sûrîyê rawestînin.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got, Washington û Moskow “gelek hêvîdar in” ku plana wan ya pêkanîna konferansa aştîyê bi ser bikeve.

XS
SM
MD
LG