Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve Serdana Xwe Bo Rojhilata Navîn Destpê Kir


John Kerry
John Kerry
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry roja Duşemê serdana xwe bo Rojhiata Navîn destpê dike, di bizavekê de jibo rêkxistina koneferanseke taybet bi aştîyê li Sûrîyê.

Birêz Kerry roja Çarşemê li Urdunê beşdarî li civîna komela ‘Hevalên Sûrîyê’ dike. Di wê civînê de, welatên ku piştevanîya opozisyona Sûrîyê dikin wê biryarê bidin ku piştgîrîya konferansa aştîyê bikin yan ne.

Di vê mehê de Amerîka û Rûsya lihevkirin ku konferanseke aştîyê li dar bixin bi armanca rawestandina herikîna xwînê li Sûrîyê.

Li gorî raighandinan, dibe ku nûnerên rejîm û opozisyona Sûrîyê di wê konferansê de beşar bin. Lê belê heta nuha ne rêberên rejîm û ne karbidestên opozisyon bi fermî negotîye ku di wê konferansê de beşdar dibin.
XS
SM
MD
LG