Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama bi Serokê Burmayê re Kom Dibe


Serok Barack Obama roja Duşemê li Washington bi Serokê Burmayê Thein Sein re kom bû.

Serdana dîrokî ya birêz Sein yekemîn serdana rêberekî Burmayê ye bo Amerîkayê li dema 50 salan.

Navê birêz Thein Sien di lîsta reş ya Amerîkayê bû, lîsta kesên ku qedexe ye serdana Amerîkayê bikin. Lê belê jiber encamdana reforman, navê wî di lîsta reş de hate derxistin.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, Serok Obama rijd e ku piştgîrîya welatên wek Burmayê bike, welatên ku dest ji zordarî û dîktatorî berdidin û reforman encam didin.
XS
SM
MD
LG