Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IAEA Dibêje Îran Dikare bi Rêyeke Din Çekên Navokî Çêke


Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) dibêje, Îran gavekê girîng ber bi avakirina reaktoreke avêtiye ku pisporên Rojavayî dibêjin ew dikare rêyeke din jibo afirandina bombeya navokî peyda bike.

Di raportekê de ku ji alîyê medyaya Rojavayî hate destxistin, Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî îdîa dike ku Îranê qazana reaktorê birîye kargeha nêzîkî bajarê Arak, lê hîn jî ew bicîh nekiriye.

Welatên Rojava ditirsin ku kargeha navokî ya Arak dikare ji Îranê re uranyum peyda bike ku ew jî jibo sazkirina çekên navokî pêdivî ye.

Îran her dem îdîa dike ku programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye.

Balyozê Îranê yê li Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî Alî Asker Sultanî do Çarşemê gotibû ku hikûmeta wî hevkarî dike, li gor Peymana Bênavokîbûnê.
XS
SM
MD
LG