Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrî Qayîl e Amadeyî Konferansa Aştîyê Bibe


Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry dê digel wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov li Parîsê kombit, heftîya bêt jibo dan û standinan liser konfiransê aştîyê sebaret Sûrîyê. Karbidestên Amerîkî dibêjin wan divêt dinêvbera hikumet û rikaberîyê de danûstandin han bidin.

Her li vê demî, Rûsîye dibêjit hikumeta Sûrî wek binema qayîl bûye amadeyî konfiransê pêşnîyazkirîyê aştîyê bike sebaret paşeroja welatê xwe.

Peyvdarekî wezareta Derve ya Rûsî (Alexander Lukashevich) Îro Heynî got kû Sûrîyê razî bû pişikdarîyê di Konfirans de biket yê kû Rûsîye û Amerîka pêşnîyazkirî li neha bêt li Geneva. Lê wî got jî, zehmete rojeka dîyarkirî ji Konfirans re deynin cinkû ne xweyaye ka kî dê nuneratîya rikaberîya Sûrî bike.


Bi alîyek dî ve, endamên hevbendîya Niştimanî ya Sûrî, duh pênçşem li Tirkiyê civyan, mişt û mire dikin liser hindê ka piştevanîya destpêşxerîya Amerîka û Rûsîy bikin yan na.

Loay Safî, endamê hevbendîyê got, wan divêt piştrast bin rijêma Esed di danûstansinan dê rastgo bit.


Wî got, em kêfxweşin bi wê destpêşxerîyê, hewla çareserîya Sîyasî. Tirsa me ewe rijêm bi nîyazek paqij nête dan û standina. Me divêt piştrast bin ew micidin hember van dan û standina. Li demên borî wan yarî di gel me dikir.

Li heman dem, endamekê navdarê rikaberîya Sûrî (Moaz al-Khatib) duhî Pênçşem pêşnîyaza nexşeyekê veguhastinê kir jibo welatê şerî eêrankirî. Wî pêşnîyaz kirk û Serok Beşar Esed desthelatê bidet yek ji alîkarên xwe û ji welatî derkevit.
XS
SM
MD
LG