Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry li Merasîma 50 Salîya YA Amade Dibe


John Kerry û wezîrê derve yê Etiyopyayê Tedros Adhanom li Addîs Ababa, Şembî, 25'ê Gulanê, 2013.
John Kerry û wezîrê derve yê Etiyopyayê Tedros Adhanom li Addîs Ababa, Şembî, 25'ê Gulanê, 2013.
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry li merasîma 50 salîya damezrandina Yekîtîya Afrîkayê amade dibe.

Rêberên seranerê cîhanê roja Şembî li paytexta Etiyopyayê kom dibin jibo pîrozkirina salvegera Yekîtîya Afrîkayê.

Di gotarekê de li destpêka wê merasîmê, Serokê Yekîtîya Afrîkayê û Serokwezîrê Etiyopyayê Hailemariam Desalegn daxwaz li rêberên din yên Afrîkayê kir ku parzemîneke dûr ji hejarî û alozîyan ava bikin.

Pêş ku merasîm destpê bike, birêz Kerry daxwaz ji Nîjeryayê kir ku bersîngê tundrêyên Îslamî bigire.

Birêz Kerry got ku mafê hikûmeta Nîjeryayê ye ku welatê xwe ji teroristan biparêze, lê belê wî nîgeranîya xw dîyar kir ku dibe hêzên hikûmeta Nîjeryayê mafên mirovan binpê bikin.
XS
SM
MD
LG