Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Sûrî di Konferansa Aştîyê de Beşdar Dibe


Wezîrê Derve yê Sûrî roja Yekşemê li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî re civîya, 26'ê Gulanê, 2013.
Hikûmeta Sûrîyê ragihand ku nûnerên rejîmê di konferanseke navneteweyî ya aştîyê de beşdar dibin, bi armanca bi dawî anîna şerê Sûrîyê.

Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Mualim roja Yekşmê li paytexta Îraqê got ku hikûmeta wî bawer dike ku konferansa aştîyê “delîveke baş e jibo vedîtina çareserîyeke sîyasî bo kirîza Sûrîyê.”

Mualim li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî re kom bû.

Biryar e konferansa aştîyê, ku ji layê Amerîka û Rûsyayê ve hatîye pêşnîyarkirin, meha Hezîranê li Cenevreyê birêve biçe.
XS
SM
MD
LG