Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taxê Hizbullah li Paytexta Libnanê Rastî Êrîşan Hat


Yek ji birîndarên êrîşa roja Yekşemê, 26'ê Gulanê, 2013.
Yek ji birîndarên êrîşa roja Yekşemê, 26'ê Gulanê, 2013.
Du roket roja Yekşemê li taxekê Şîeyan li Beyrûtê ketin, ku bingehê bihêz yê komela çekdarî Hizbullah ye.

Di wê êrîşa bi roketan de, herî kêm çar kes li başûra paytexta Libnanê birîndar bûn.

Li gorî raportan, ev cara yekemîn e ku bingehê Hizbullah li Libnanê bibe armanca êrîşan piştî şerê Sûrîyê li sala 2011’ê destpê kir.

Roja Şembî, rêberê komela çekdarîya Hizbullah got ku gurpa wî bêdeng nabe dema hevalbendê serekî yê wî li Sûrîyê rastî êrîşan dihêt.

Hesen Nesrellah got ku çekdarên Hizbullah li Sûrîyê şerê çekdarên tundrê yên Îslamî dikin ku gef in jibo Libnanê.
XS
SM
MD
LG