Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Post: Şîeyên Îraqê li Sûrîyê Şerê Serhildayan Dikin


Rojnameya Washington Post radigihîne ku çekdarên Şîeyên Îraqê li Sûrîyê ligel hêzên Beşar El Esed şerê serhildayan dikin.

Li gorî wê rojnameyê, çûna şervanên Şîeyên Îraqê bo Sûrîyê pirseke nepenî bû, lê belê niha bi eşkereyî Îraqîyên Şîe jibo rejîma Esed şerî dikin.

Herwiha hate ragihandin ku Şîeyên Îraqê ji layê komeleyên ser bi Îranê ve dihêne hîn û perwerde kirin.

Roja Şembî jî, rêberê komela çekdarîya Hizbullah ya Libnanî got ku gurpa wî bêdeng nabe dema hevalbendê serekî yê wî li Sûrîyê rastî êrîşan dihêt.

Hesen Nesrellah, yê Şîe, got ku çekdarên Hizbullah li Sûrîyê şerê çekdarên tundrê yên Îslamî dikin ku gef in jibo Libnanê.
XS
SM
MD
LG