Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bekir Bozdag: Gerek Hizbullah Navê Xwe Bike “Hizbuşeytan”


Bekir Bozdag
Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bekir Bozdag dibêje ku gerek komela çekdarîya Hizbullah navê xwe bike “Hizbuşeytan.”

Li gorî rojnameya Hurriyet ya Tirkîyê, Bozdag dibêje ku komela Hizbullah “cîhad” li dijî jin, zarok û pîr û kalên bê guneh ragihandîye.

Hizbullah piştevana sereke ya rejîma Beşar El Esed e li Sûrîyê.

Roja Şembî jî, rêberê Hizbullah ya Libnanî got ku gurpa wî bêdeng nabe dema hevalbendê serekî yê wî li Sûrîyê rastî êrîşan dihêt.

Hesen Nesrellah, yê Şîe, got ku çekdarên Hizbullah li Sûrîyê şerê çekdarên tundrê yên Îslamî dikin ku gef in jibo Libnanê. Beşar El Esed jî Elewî ye, ku beşek e li tayîfa Şîeyan.
XS
SM
MD
LG