Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Navdarê Amerîkî McCain Çû Sûrîyê


Senatorê navdar yê Amerîkî John McCain ji nişka ve serdana Sûrîyê kir jibo encamdana kombûnan bi serhildayên Sûrî re.

Karbidestên ofîsa birêz McCain dibêjin, Senatorê Amerîkî roja Duşemê ligel komandarê hêzên serhildayan General Selam Îdrîs ji Tirkîyê derbasî Sûrîyê bû.

Senator jibo çend demjimêran li Sûrîyê ma, li gorî karbidestan.

Peyvdarê Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê serdana birêz McCain bo Sûrîyê bi “girîng” bi nav kir.

Ev cara yekemîn e ku karbidestekî mezin yê Amerîkî serdana Sûrîyê bike, piştî serhildana li dijî Serokê Sûrîyê Beşar El Esed li sala 2011’ê destpê kir.
XS
SM
MD
LG