Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Astengîyên Konferansa Aştîya Sûrîyê Çi Ne?


Washington û Mosko pêgir in ku konferanseke navneteweyî li ser Sûrîyê lidar bixin. Lê wekî nûçegihanê Dengê Amerîka Andrê de Nesera ji Washington radigihîne, gelek astengî hene ku divê werin hilanîn jibo konferans pêk were.

Amerîka û Rûsya hewilên xwe tev hev kirine jibo pêkanîna çareserîyeke siyasî bo şerê navxweyî li Sûrîyê di navbera hêzên Serok Beşar Esed û opozisyona çekdar de.
Mona Yaqûbyan ku ligel Navenda Stimson kar dike, dibêje ku çend sedem hene hiştine ku Amerîka û Rûsya biryar standine bi hev re kar bikin.

Karbidestên Amerîkî û Rûs banga konferanseke navneteweyî jibo Sûrîyê dikin, li ser bingeha encamên kombûna Hezîrana 2012 ya Jinêvê. Ew konferans banga veguhestina desthilatê ji Serok Esed bo hikûmeteke nû kir ku ewê jiber encama danûstandinên navbera hikûmeta Esed û opozisyonê derkeve holê.

Yaqûbyan dibêje, di nêrîna Amerîka û opozisyona Sûrî de, divê Esed ti rolê di veguhestinê de nelîze. Di nêrîna Rûsya, Îran û piştgirên rejîma Esed de, divê rengek ji rola Esed jî hebe. Ev yek çawa pêk were û çi bibe, ev yek dê paşê were destnîşan kirin.
Xanim Yaqûbyan dibêje, pêwîst e paşeroja birêz Esed ji alîyê beşdarên konferansê were destnîşan kirin.

Lê hinek pirsgirêkên din hene ku divê werin çareserkirin berî ku konferans pêk were.

Yek ji wan pirsgirêkan ew e ka kê dê nûnertîya opozisyonê bike.

Jibo guhdarîkirina dirêjahîya vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG