Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şeş Roket li Rojhilata Libnanê Ketin


Şerê Sûrîyê ku ev du sal in dirêj kiriye, gihişte Libnanê, cihê ku karbidest dibêjin zincîreke roketan li devereke rojhilatî ketin.

Şerê Sûrîyê ku ev du sal in dirêj kiriye, gihişte Libnanê, cihê ku karbidest dibêjin zincîreke roket roja Înîyê li devereke rojhilatî danîn.

Karbidestên ewlekarîyê dibêjin, bi kêmî ve şeş roket ku ji hundir Sûrîyê hatin avêtin li herêma Beqa’ ya rojhilata Libnanê ketin, lê bêy ku ziyanê bigihîne ti kesî.

Herêma Beqa’ wekî bingeheke koma mîlîtan ya Hizbullah tê zanîn. Hizbullah nuha ligel hêzên Serok Beşar Esed şerê serhildayan dike.

Libnan ku heta nuha bi fermî ti alî di şerê navxweyî yê Sûrîyê de nestandiye, dema dawî rastî jimareke roket hatine, ku piranîya wan li deverên ser bi Hizbullah xistine.

Di hefteyên dawî de, pevçûnên navbera piştgir û dijberên birêz Esed li Libnanê bûne sedema kuştina bi dehan kesan.
XS
SM
MD
LG