Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban bi Rêberên Îranî re Kom Dibin


Komela çekdarî ya Talîbanê li Afganistanê ragihand ku nûnerên Talîbanê bi karbidest û oldarên Îranê re civîyan.

Talîbanê ragihand ku hikûmeta Îranê daxwaz ji rêberên Talîbanê kir ku serdana Tehranê bikin û du şandeyên Talîbanê çûne Îranê.

Yek ji wan şandeyan jibo sê rojan li Îranê ma û şandeya din beşdarî li konferanseke Îslamî kir.

Çavdêrên sîyasî bawer dikin ku ev hewileke Îranê be jibo avakirina baladestîya xwe li Afganistanê, di demekê de ku NATO xwe amade dike ku hêzên şerkerên xwe li wî welatî vekêşe.
XS
SM
MD
LG