Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îraqê Îsraîl Hişyar Kir


Husên Şehristanî
Husên Şehristanî
Hikûmeta Îraqê Îsraîl hişyar kir ku bi rêya esmanê Îraqê êrîşa Îranê neke. Îraqê Herwiha ragihand ku qebul nake bi rêya axa Îraqê çek bigihin Sûrîyê.

Di hevpeyvînekê de ligel Ajansa Nûçeyan ya Fransî, cîgirê serokwezîrê Îraqê Husên Şehristanî got ku Bexda wê bersiva Îsraîlê bide eger Îsraîl esmanê Îraqê bibezîne û êrîşa Îranê bike.

Şehristanî got ku Îraq bersiva xwe eşkere nake da ku Îsraîl xwe jibo wê bersivê amade neke.

Cîgirê Serokwezîrê Îraqê herwiha got ku Bexda wenake bi rêya Îraq êrîşa Sûrîyê bikin û qebul nake bi rêya axa Îraqê çek bigihin Sûrîyê.

Hikûmeta Îraqê, bi rêberatîya Şîeyan, têkelîyên nêzîk bi rejîma Îran û hikûmeta Beşar El Esed li Sûrîyê hene.
XS
SM
MD
LG