Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encama Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn Dîyar Bû


Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn ku di 31ê Gulanê destpê kiribû, roja Yekşemê bi dawî hat. Di destpêka bernamê de gotara sîyasetvana Kurd Leyla Zana mora xwe li roja vekirinê xist.

Parlamentera Kurd ya navdar, rexne li helwesta Ereban ya dijî Îsraîlê û derheqa pirsa Kurd de girtibû û gotibû ti car mafê gelê Kurd nehat bîra gelên Rojhilata Navîn û yên Rojava.

Xanim Zana herwiha dîyar kiribû ew dîtina Ereban qebûl nake ku dibêjin “Emê dewleta Îsraîlê ji rûyê erdê rakin.”

Gotara parlamenetera Kurd Zana, bû sedema nerazîbûna sîyasetvana Fîlîstînî Leyla Xalid . Birêz Xalid got, ew qebûl nake ku rewşa Îsraîlê û ya Fîlîstînîyan bidin ber hev jiber ku Îsraîl dewleteke dagireker e.

Ev kêşeya navbera her du Leylayan bi awayek neyênî di medyayê de cî girt. Li gorî jêderên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, nîqaş û polemîkên bi vî rengî bandorên neyênî çêkirin, li ser armanca giştî ya konferansê.

Tê gotin ku jiber hinde jî, piştî van nîqaşan rûniştinên konferansê ji medya re girtî dewam kirin. Heta di dema xwendina encamnamê jî, rojnamevan nekarîbûn lê amade bibin û xwendina wê bişopînin.

Di encamnameya nivîskî ya konferansê de hate dîyar kirin ku navbera endamên konferansê dê toreke ragihandinê ava be û herwiha jibo rewşa jinên penaber yên Surî jî komsîyonên çavdêr werine saz kirin.

Li gorî benden ku hatine dîyar kirin, ev konferans encama tekoşîna jina Kurd e û konferans li pêşîya azadîya jinê, pergalên olî yên radîkal wekî gefeke mezin dibine. Tê gotin ku konferans wan helwestan red dike ku jinê ji qadên civakî, sîyasî, kar û perwerdehîyê dûr dixin.

Konferans destnîşan dike ku ewê li dijî kevirkirin (recm), destavêtin, kuştin û tundûtûjiya li ser jinê, li hember polîtîkayên neolîberal dê tekoşinê bike. Herwiha li dijî îdam, êşkence û kiryarên xirab yên hemî rengan jî dengê xwe bilind bike.

Di bendeka girîng ya encamnamê de hatiye gotin ku roja kuştina sê sîyasetvanên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez jî wek “Roja Tekoşina Hevpar ya li Dijî Kuştinên Sîyasî” îlan dike.

Di dawîyê de tê gotin ku Pirsgirêkên Kurd û Fîlîstinê wek du pirsgirêkên bingehîn yên Rojhilata Navin in û heta ku her du gel azad nebin, li herêmê aştî çênabe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:36 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG