Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darizandina Leşkerê Amerîkî yê Doza WikiLeaks Destpê Dike


Dadgehkirina leşkerê Artêşa Amerîkî Bradley Manning yê ku bi sed hezaran belgeyên nepen yên hikûmeta Amerîkî da destê malpera WikiLeaks, vê hefteyê li dadgehekê li bingeha leşkerî ya Fort Meade li wîlayeta Maryland destpê kir.

Hinek şirovekar dibêjin, Manning xayîneke ku jiyana hemwelatîyên Amerîkî xistiye metirsiyê, li dema ku piştgirên wî bawer dikin ew qehreman e.

Dozgir li dijî pisporê zanyarîyên Artêşa Amerîkî yê 25 salî ne ku bi awayekî karîger razên leşkerî yên Amerîka xistiye destên dijminên wekî Osama bin Laden. Ew dixwazin wî heta heta têxin zindanê de.

Lê parêzerên Manning dibêjin ku ew genc û bê ezmûn bû, û tenê dixwest ji raya giştî re rastîya reş ya şerên Amerîka li Îraq û Afganistanê bide xuya kirin.

Manning mikur hatiye ku wî bi sed hezaran belge dane malpera dijî nepenîyê ya bi navê WikiLeaks. Ew belge di nav destên wî de bûn û paşê ew hate girtin dema ku li Îraqê ligel artêşê kar dikir.

Ev yek mezintirîn bûyera eşkerekirina agahîyên nepen e di dîroka Amerîka de û ya herî hestîyar e ji dema belavkirina Kaxezên Pentagon'ê di sala 1971'ê de ku ew jî derbarê beşdarîya Amerîka di şerê Vietnam'ê de bû.

Gelek protesto vê hefteyên li çend bajarên Amerîkî û bi kêmanî şeş welatên biyan pêk tên. Bi hezaran kes bêtirî 1 milyon dolar jibo piştgirîya doza beravanîya wî bikin, dane.

Dibe ku leşker Manning bi zindankirina bi qasî jiyanê were darizandin. Tê çaverê kirin ku dadgeha leşkerî nêzîkî sê mehan dirêj bike.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:15 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG