Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

N.Y: 5.2 Mîlyar Dolar ji Bernameyên Alîkarîya Sûrîyan re Dixwaze


Neteweyên Yekbûyî dest bi mezintirîn hewla alîkarîya mirovahî ji Sûrîyê re dike û daxwaza 5.2 mîlyar dolaran dike, jibo bernameyên alîkarîya Sûrîyan heta dawîya salê.<br /> <br /> Daxwazkirina vî  qederê alîkarîya diravê di konferansekê Navnetwî li Genevreyê îro Înîyê hat ragihandin. Berî niha N.Y daxwaza 3 mîlyar dolaran dikir.<br /> <br /> Karbidest dibêjin texmîna alîkarîya zêdetir jiber têkçûna rewşa ewlehîya nav Sûrîyê ye, zêdebûna jimara penaberên Sûrîye li welatên dor û ber û pêşbînîya ku şer li demekî nêzîk bi dawî nahêt.
XS
SM
MD
LG