Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Em Rê Nadin Reftarên Têkdana Welat


Serekwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan daxwaz dike ku nerazîbunên kê dijî hikûmeta wî bi dawî bên.

Demekî zû siharîya îro heynî, bi hezaran piştevanan bi diruşmê (Allah û Ekber) li Firokxana Stenbolê pêşwazî li birêz Erdogan kir.

Serokwezîrê Tirkîyê bi dirêjîya hefteyê li seredana Bakurê Afrîka bu.

Birêz Erdogan got, em rê nadin her kesekî reftarek neqanûnî li vî welatî jibo têkdanê bike, bajaran, milk û samanê taybet yê xelkê têk bide û zîyanê bigihîne gelê me.

Do Pêncşem, careke dî li Stenbol û li Enqerê xwepêşandan hatin kirin û wan daxwaza dest ji karkêşana Erdogan kir.

Xwepêşanderan Erdogan xetabar kir, bi danana bi zorê ya bîr û bawerên Îslamî li ser welatê sekuler anku laîk.
XS
SM
MD
LG