Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Protestoyên Taksîm a Stenbolê Berdewam in


Bi hezaran xwepêşander roja Şembî li qada Taksîm a Stenbolê amade bûn, di demekê de ku protesto li dijî hikûmeta Tirkîyê berdewam dikin.

Xwepêşander daxwaz dikin ku Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan dest ji posta xwe berde.

Herwiha şevê dî şer û pevçûn li navbera xwepêşander û hêzên polîsî li derdora Stenbolê qewimîn.

Di destpêkê de xwepêşandan li dijî xirabkirina parkeke Stenbolê bû, lê belê paşê bûne xwepêşandanên li dijî hikûmeta birêz Erdogan, ku hejmareke mezin ya Tirkan wê wek hikûmeteke otorîter dibînin.

Herî kêm du kes di xwepêşanan de hatîne kuştin û bi hezaran kes birîndar bûne.
XS
SM
MD
LG