Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama bi Serokê Çînê re Kom Dibe


Rêberên Amerîka û Çînê li wîlayeta California kom dibin di bizavekê de jibo pêşxistina têkelîyên navbera herdu welatan, ku gelek caran têkelîyên aloz in.

Serok Obama û Serokê Çînê Cî Jinping jibo du rojan li devera Sunnylands ya nêzîkî bajarê Los Angeles kom dibin.

Ev cara yekemîn e ku herdu rêberên welatên xwedan mezintirîn aborîya cîhanê dicivin, piştî birêz Cî bû Serokê Çînê.

Serok Obama hêvîya xwe nîşan da ku dê herdu welat bi hev re li ser hejmareke pirsgirêkan kar bikin, di nav de pirsgirêka ewlehîya înternetê cybersecurity, bernama navokî ya Koreya Bakur û hêza Amerîkayê li deverya Asya-Pasîfîk.
XS
SM
MD
LG