Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî Diçe Herêma Kurdistanê


Nûrî El Malikî
Biryar e Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî biçe Herêma Kurdistana Îraqê jibo birêvebirina civîneke Encûmena Wezîran.

Li gorî raportan, kombûna Encûmena Wezîran ya Îraqê roja Yekşemê li Hewlêrê birêve diçe.

Li sala bihurî vir ve, têkelîyên navbera hikûmeta Îraqê ya birêberatîya Şîeyan û Hewlêrê gelek aloz bûn û herdu alîyan hêzên xwe şandine deverên parêzgehên Kerkuk û Musilê.
Dihête çaverêkirin ku di serdana Hewlêrê de Malikî bi rêberên Kurdistanê re kom bibe.

Di peyamekê de ku li malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatîye belavkirin, Serokwezîrê Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî kêfxweşîya xwe hemberî serdana Malikî ragihand.
XS
SM
MD
LG