Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî li Hewlêrê bi Malikî re Civîya


Barzani and Maliki
Barzani and Maliki
Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî bi Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî re civîya, di bizavekê de jibo pêşxistina têkelîyên navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên navbera herdu alîyan.

Malikî serdana Hewlêrê kir û li balafirgeha paytexta herêmê ji layê Barznaî ve hate pêşwazîkirin.

Her ji sala bihurî vir ve têkelîyên navbera herdu halîyan gelek aloz bûn û Serokwezîrê Îraqî Malikî û Serokê Herêmê Barzanî çend caran bi tundî hevdu rexne kiribûn.

Serokwezîrê Îraqî Malikî li Hewlêrê civîneke Encûmena Wezîran ya Îraqê birêve dibe.
XS
SM
MD
LG