Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewzeya Qumê Piştgîrî Dide Alî Akbar Wîlayetî


Alî Akbar Wîlayetî
Alî Akbar Wîlayetî
Hewzeya Qumê ya navdar piştgîrîya xwe jibo kandîdê serokatî Alî Akbar Wîlayetî ragihand.

Ajansa Mehr ya nûçeyan roja Yekşemê ragihand ku Encûmena Mamosteyên Hewzeya Qumê biryar da ku piştîgîrya Wîlayetî bikin jibo hibijartina serokatî ya 14’ê Hezîranê.

Wîlayetî nuha şîretvanê rêbaza derve yê rêberê Îranî Alî Xameneyî ye.

Wîlayetî, ku li sala 1981’ê heta 1997’ê wezîrê derve yê Îranê bû, yek e ji heşt kandîdên serokatîyê.
XS
SM
MD
LG