Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Helwêsta Serokwezîrê Tirkîyê Rexne Dike


Kemal Kiliçdaroglu
Kemal Kiliçdaroglu
Rêberê partîya opozisyon ya Tirkîyê daxwaz ji serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dike ku dest ji alozkirina rewşa welatî berde, di demekê de ku xwepêşandanên li dijî hikûmetê roja Duşemê jî berdewam bûn.

Di gotarekê de, ku li rojnameya Hurriyet hate belavkirin, Kemal Kiliçdaroglu got ku Erdogan dixwest ku bi rêya çêkirina alozîyan, desthilatê bigire destê xwe.

Rêberê Partiya Komara Gel (CHP) herwiha got ku Erdogan dixwest ku civaka Tirkîyê bide ber agirî.

Serokwezîrê Tirkîyê roja Yekşemê gotar pêşkeşî alîgirên xwe kir û got ku sebra hikûmeta wî sînordar e û daxwaza bi dawî anîna xwepêşandanan kir.
XS
SM
MD
LG