Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Amerîka Çekan Bide Serhildayên Sûrî


Qesra Spî
Hikûmeta Amerîkî gotûbêjan dike li ser kirîza Sûrîyê û dibe ku biryarê bide ku çekdan bide serhildayan, li gorî karbidestên Amerîkî.

Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry serdana xwe bo Rojhilata Navîn paşxist da ku beşdarîyê li gotûbêjan bike.

Biryar bû ku birêz Kerry roja Duşemê serdana Îsraîl û sê welatên din bike.

Karbidestên Amerîkî nîgeran in ku hêzên Beşar El Esed bi alîkarîya Îran û çekdarên Hizbullah serkeftinên berçav bi dest dixin.

Rêberên opozisyona Sûrî Washington hişyar kir ku serhildana wan rastî dirbeke mezin dibe eger Amerîka piştgîrîya wan neke.
XS
SM
MD
LG