Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Arif jî Berbijarîya Xwe Bo Serokatîya Îranê Vekişand


Kandîdekî din berbijarîya xwe bo serokatîya Îranê vekişand.

Mihemed Reza Arif roja Sêşemê vekêşana xwe li hilbijartinan ragihand.

Arif, yê 61 salî, yek bû ji kandîdên reformist û cîgirê berê yê serokê Îranî ye.

Roja Duşemê jî kandîdekî muhafezekar berbijarîya xwe bo serokatîya welatî hilweşand.

Xulam-Alî Heddad Adil got ku ew dixwaze delîva serkeftina kandîdên din yên muhafezekar li hilbijartinan zêde bike.

Hilbijaritna serokatî ya Îranê roja Înî, 14’ê Hezîranê birêve diçe.
XS
SM
MD
LG